Neteweyên Yekgirtî ragihand ku karesata birsê (birç) li Somalê mezintir dibe.
Li gor Neteweyên Yekgirtî, çar milyon kes li Somalê birçî ne û 750,000 kes di metirsîya mirinê de ne.
Jiber nebûn yan kêmîya xwarinê, bi dehan hezar kes li Somalê mirîne ku nîva wan zarok in.
Neteweyên Yekgirtî pêşbînî dike ku li demê çar mehên bihên, karesata birsê mezintir bibe.


