Bi sedema bombebarankirina bajarê Humsê, du rojnamevanên rojavayî hatin kuştin.
Rojnamevana Amerîkî Marie Colvin ku bo rojnama Sunday Times ya Brîtanî kar dikir û wênegirê Fransî Remi Ochlik li Sûrîyê hatin kuştin.
Çalakvanên mafên mirovan dibêjin ku herî kêm 12 kesên din li Humsê hatin kuştin û hejmareka rojnamevanên din birîndar bûn.



