Hilbijartinên Partîya Komarî jibo destnîşankirina kandîdê Komarîyan bo serokatîya Amerîkayê berdewam in û Rick Santorum sê serkeftinên girîng tomar kir.
Senatorê berê yê wîlayeta Pennsylvania, Santorum li hilbijartinên Partîya Komarî roja Sêşemê li wîlayetên Minnesota, Missouri û Colorado şîya piştevanîya dengderan bidest bîne.
Li Missourî, Santorum ji sedê 55, Mitt Romney ji sedê 25 û Ron Paul ji sedê 21’ê dengan qezenc kirin.
Serkeftinên Santorum dirbeka mezin bûn jibo Mitt Romeny, piştî ku Romney li pêşenga kandîdên Komarîyan bû.



