Hêzên Polîsê li bajarê New York roja Sêşemê xwepêşandana ‘Occupy Wall Street’ li parkeka devera Lower Manhattan hilweşand.

Tevgera xwepêşandana ‘Occupy Wall Street’ li meha 9-Îlonê li bajarê New York destpê kir û paşî li bajarên serekî yên Amerîkayê belav bû.

Li bajarê Oakland, wîlayeta California, hêzên polîsê roja Duşembî nêzîkî 33 xwepêşanderên tevgera ‘Occupy Oakland’ girtin û kempa wan li meydaneka wî bajêrî hilweşand.

Xwepêşander daxwaza wekheviya aborî û encamdana refomên aborî dikin.