Rêkxistiya Saxlemiya Cîhanî yan WHO raportê dide ku bi mlyonan kes her salê ji ber xarina nesaxlem dimirin yan azarê dikşînin. Ew, xarinên bê qawet, bê vîtamîn, û bê keresên meadenî digre xwe li gel xarinên ku kêşa zêde û qelweiyê çêdiken. WHO malperek nû vekiriye ku rênimayî û şîretan berdest dike li ser wan xarinên ku dikarin jiyan mirovan biparêzin.
Rêkxistiya Saxlemiya Cîhanî didezanîn ku zaniyariyên berfireh hene li ser hindê ka bi çi awayî serederî li gel xarina nesaxlem di cûrên wê yên cur bi cur de bê kirin. lê dibêje ku gelek ji wan şîretan hinek caran dijberî hevin. WHO didezanîn ku ew şîret netinê serê xelkê dişêwînin belko dûr nine hinek caran bikoj bin.
Ew rêkxistiya cîhan dibêje ku malpera wê ya nû dikare alîkariya welatan bike serderiyê li gel wan gefên saxlemiyê bike ku bi xarinên nesxlem çêdibin. WHO radigehînit ku ew pirojeya nû şîretên herî nû berdest dike ku bi çi awayî dikare pirsa xarinên nesaxlem bê care kirin.
Birêveberê WHO bo Saxlemî û Geşekirinê, Franksko Branka, dibêje welat li seranserî cîhanê li gel girifta xarinên bêqawet û xarinên zêde qawet berengar dibin. Ew zêde dike bi taybetî welatên di geşe kirinê de li gel wê pirsê berbirû ne. Ew karbidestê WHO dibêje her salê nêzîkî 4 mlyon zarok li seranserî cîhanê li ber xarinên bê qawet û kêm xarina şîrê daiykê dimirin.
WHO, herwesa didezanîn ku sê-yêka xarinên nesaxlem jî ewin ku dibin egera kêşa zêde. Li gor berhevdana wê rêkxistiyê li seranserî cîhanê nîzîkî 1.5 mlyard kesên jorî 20 salîyê û pitirî 40 mlyon zarokên jêrî 5 saliyê giriftarî destê qelewî yan kêşa zîde ne.


