Sikirtêrê giştî yê Komkara Erebî basê giringîya têkelîyêt Cihana Erebî digel Kurdêt Iraqê kir, li demê seredana xwe bo herêma Kurdistanê.

Emir Mûsa evro yekşembî gotarek peşkeşî Perlemanê Kurdî kir û gote endamêt perlemanî ku Kurd beşekê giringin li Iraqê û Rohelata Navîn.

Birêz Musa nûke li Iraqê ye li yekem seredana xwe ewêt nemana rijêma Sedam Husênî li sala 2003.

Wî pêşnyaza girê dana konfiransekê kir bu aşitkirna Erebêt Sunny, Sî’a û Kurdêt Iraqê.