Karbidestên Efxanî dibêjin xirabkarên Taliban du hêrîş roja Duşembî kirin. Roja yekê bi narincokan dijî karwanekî leşkerê Amerîkî lê bi armancê xwe nekeftin û li şûna hindê 6 sîvîlên Afganî hatin kuştin.
Hêrîşa diduwan li ser rewanrêyekî li parêzgeha Lugar hate kirin ku dikevîte derveyî Kabula paytext û sê sîvîlên dî di wê êrîşe de hatin birîndar kirin.
Vê dawîyê serhildayên Taliban hêrîşên xwe li başûr û li rojhilata Efxanîstanê zêde kirine û di şeş mehên bihorî de heta niha pitir ji 1100 hatin kuştin.


