Karbidestêt Italî û Yonanî hebûna vayrosa H5N1 ya persîva balinda li welatêt xwe ragehand.

Wezareta saxlemîya Italî evro şembî ragehand ku balindêt tûşbûyî nêvbera bajêrêt Katanya û Ragusa li Sisily hatine vedîtin.

Hevdem karbidestêt Yonanî piştrast kir ku jimarek balindêt mirî ku bajêrê Salonika tûşî nexweşya persîva balinda bibûn.

Çîn û Indenosya heryek roja eynî mirna welatîyekê xwe bi nexweşya persîva balinda ragehand.

Desthelatdarêt Azerbaycanê û Naycîrya hebûna vayrosa H5N1 li welatêt xwe ragehand.