Roja çarşemê di kombûna dadgehkirina Saddam Huseyn ya bo tawanên dijî mirovahîyê de Jineke Kurd ya Iraqê behsa kîmyabarankirina gundê xwe ya berî nêzî bîst salan kir.
Ji roja sêşemê û virdaye, ji dema ku dadgehkirin destpêkiirye heta niha ev du rojin ku Kurd şahidîyê didin di derbarê kîmyabaran kirin û helwestên din yên hovane ku hikumeta Saddam bi serê wan ve anîye.
Doza qirkirinê ya li dijî Saddam û şeş xwespêrên din ji ber Kiryara leşkerî ya Enfalê ye ku di salên 1987 û 1988 de hatibû kirin û pê bi hezaran gundên Kurdan hatibûn xerakirin û 180 hezar mêr, jin û zarok hatibûn kuştin.
Tevî dadgehkirinên do û îro ev ji sala 2003 û virdaye ji dema ku Saddam hate ladan heta niha bûye beşa diduan li dadgehkirina wî ya ku ew tê sûcdar kirin.
Wisa çaverê tê kirin ku biryara beşa yekê ya dadgehkirina Saddam ku di destpêka vê salê de destpêkiribû wê di nîvê meha deh-Cotmehê de bê dîyar kirin. Di cara yekê ya dadgehkirinê de Saddam li ser kuştina 150 gundîyên Şî'a dihate sûcdar kirin piştî bizava kuştina wî ya li sala 1982. Eger sûc li Saddam bê îzbat kirin dibe ku cezayê îdamê bidinê.


