Rêxistîya Saxlemîya Cîhanê WHO, dibêje nexweşîya Kolera li bakûra Iraqê belav bûye.

Ajansa ku bingeh li Geneva ye, radigihîne ku bi16 hezar kesan re nîşanên nexweşîya Kolera derketîye û li parêzgehên Silêmanîye, Kerkuk û Erbîlê 10 kes bi vê nexweşîyê mirine. 

Berî vê li wan parêzgehan di heft hezar kesan de ev nîşan xuya bûbûn.

Kolera nexweşîyeke wisa ye ku bi xwarina av û xwarina pîs hûr û rûvî kêm digre û nava meriv pê diçe.  Rayedarên wan parêzgehan jibo paqijkirina ava gelerî maddeya klorîn xistîye nav ava vexwarinê ya gelerî û herwisa tedbîrên din jî wergirtine jibo ku derî li ber nexweşîyê bê girtin.