Serokê Iranî Mehmûd Ehmedînejad hojdarîya Ferensa bi giring wernegirt sebaret egera şerekê dijî Iranê jiber bernama wê ya navokî.
Ehmedînejad got ew gotin her babeteke bu ragehandinê û tivye bi rijtî wernegrîn.
Ehmedînejad roja Sêşembî li Tehranê gote peyamhinêran ku gotinên wezîrê derve yê Ferensî bu ajansên ragehandinê ne weku helwêsta rasta Ferensa ye û Iran bi gefeka micid wernagrît.
Wezîrê derve yê Ferensî Bernard Kouchner roja Yekşembî got cîhan tivye xwe amade biket bu egera şerî dijî Iranê eger danûstandinên navokî serkeftî nebun.
Rusya roja Sêşembî ragehand ku ew di xemê daye sebaret raportên ku basê kiryareka leşkirî dijî Iranê diken.
Di heman dem da Çînê ragehand ku ew berhelistîya gefa şerî dijî Iranê diket jiber bernama wê ya navokî.


