Wezîra derve ya Amerîka, Condoleezza Rice dibjit tivya Rosîya dem u dest ji Gorcistanê derkevit li dîv rêkeftneka rawestandina şerî navbera her do welatan.

Serokê Gorcistanê Mikheil Saakashvili di konfiranseka rojnamevanîyê da digel Rice li Tiblisî got, wî rêkeftin li ser rawestandina şerî mor kir piştî Ferensa piştrast kirî ko navberî di kir bo wê rêkeftinê.

Rice piştevanîya Amrîka bo serxobona Gorcistanê u êketya erdê wê w sîstema dimocrasî dobare kireve.

Saakashvili got Rosîya nexşe bo van kiryarêt leşkerî dikêşan piştî Nato li meha çar endamîya Gorcistanê qabol ne kirî u got hêşta parçeka mezin ji erdê Gorcistanê li jêr dagîrkirna Rosîya ye ko welatê wî qet vê çendê qebol naket.

Bi alîyekê dîve, serok Bush daxaza xue dobare kireve ko tivîya Rosîya pê girtinê bi soza xue biket u hêzêt xue ji Gorcistanê vekêşt.

Evro, li Seraya Spî, serokî got Gorcistan welatekê dimocrasîye u azade u carekadî daxaza xue dobare kireve ko tivîya rêz li serdarîya wê bête girtin u got, gelê Gorcistanê dengêt xue li ser dimokrasîyaka weko ya welatêt rojavay dayne u got welatêt rojava jî wan diberda nahêlin.