Berbijara Komarîyan bo cêgirîya serokatîyê Sarah Palin dibêjît ew amade ye bo qumandarîyê heger pêdivî bit. Di hevpeyvîneke digel kanala televizyona ABC de xanim Palin got ew wiha ecêb mayî demê daxwaz jê hatîye kirin da bibe cêgira serokî digel John McCain û dibêje wê bawerî bi xwe heye.
Rêzdar Gibson yê ku ew hevpeyvîn digel de kir pirsyar jê kir sebaret sîyaset û rêbaza derve û herwiha pirsyar lê kir erê Amerîka maf heye bo hêrîşa bo bergumanên terorîstî li Pakistanê, bêy destura Pakistanê?
Xanim Palin got her tiştê ji Amerîka bê divê bikit bo rawestandina tundrê yên Îslamî.
Wê herwiha piştevanîya xwe dîyar kir beramber hevbeşîya Ukrayna, Gurcistanê bo NATO.
Wê pêdivîya piştevanîya Gurcistanê dijî metirsîya Rusya kir. Belê got piştevanîya Gurcistanê manîyê nade bibe sebeba hindê bo şerrê navxwe.
Herwisa pirsyar jê hate kirin sebaret lêxistina Amerika heger Îsraîl hêrîşa bike ser bingehên navokîyên Îranê. Wê got Amerika divê texmîna diduwê neke ka Îsraîl çi bike jibo parastina xwe ya welatî.


