Serokê Amerîkî George Bush roja yekşembî digel serokê Pêrû Alan Garcia kom dibe, li dawiya  kombûna cihaniya dumahî ya wî wekî serokê Amerîka.

Serok Bush pişik darî di konferansa rêkxistiya Hevkariya Aboriya Asya-Pasifik (APEC) li Lîma, Pêrû diket ji bo bas kirina rêkên pêşve birina aboriya cîhanê.

Roja şembî welatên endam di APEC de razî bûn heta salekê berbesta li pêş bazirganiya cîhanî zêde neken.

Herweha roja şembî serok Bush digel serokê Rûsî Dimitri Medvedev kom bu, bo cara yekê ewêt dagîr kirina Gorcistanê ji layê Rûsya ve.