Rêberên ji Amerîka, Çînê, Japonê û 18 welatên din yêt xwedîyên aborîyên Asya û Amerîka soz dane kiryarek bilez û bi xurt encam bidin jibo rêgirtina li wê berev jor bûneka tunda aborîya cîhanê.

Wan 21 rêberan li Konferansa Alîkarîya Aborîya Asya-Pasifik ya binavbang ya bi navê APEC li Lima li welatê Peru roja yekşembîyê bi ragehandinekê domahî bi civîna xwe anîn û gotin ew bawer dikin alozîya diravîya cîhanê dikarît dinav 18 mehan de bête çareser kirin.

Endamên APEC ê soz dan ku heta salekê berbendan li ser rêka bazirganîya navnetewî zêde nekin.  Ew herwisa sozê didin ku sengîyê bikine ser vejandina danustandinêt bazirganîya cîhanê ku li meha heft gehêştine binbestê.