Banqa Navendîya Amerîka roja sêşembîyê rêjeya qazancê heta 3/4 yek ji sedê da bezandin dinav bizavekê da bi merema derxistina mezintirîn aboriya cîhanê ji dakeftineka roj bi rojî kûrtir dibet.
Karbidestên pillebilind ji Banqa Navendîya Amerîka rêjeya qazancê hetanî astê herî nizm, nêzîkî sifirê yan jî 0.5% da bezandin.
Li nav yadeştanmekê da bi merema şovekirina wê pêngavê karbidestên Banqa Federalî dane zanîn pişkêt sereke yên aborî wek xerc kirina bikiran sermayeguzarîya kardaran da û berhem anîna pîşesazîyê hemî dabezîne û ruxsarê aborîyê zêdetir bêhêz bûye.
Ew bizave bi merema hindê ye ku buhayên deyn kirinê nizm biket û hêsantir biket jibo kompanyayan bi merema berdest kirina wî diravî yê wan pêdivi pê heye jibo ku karê xwe berfireh bikin û xelkek zêdetir li ser karan dabimezirînin.


