Pitirî sê hizar serbazên zêdetir yên Amerîka berev herêmên Logar û Wardak li rojhelata navenda Afganistanê hatin hinartin, bi merema baştir kirina rewşa parastinê, daku karên avedan kirinê bikarin pêşde biçin û xelkê Afghanistan bikarin rêvebirina welatî baştir biken û pêşde biben.

Ew serbaze wek pişkek ji 50 hezar hêza NATO bi sergêriya Hêza Alikariya Parastina Navneteweyî li wî welatî xizmetê diken. Bi pêşde birina rewşa parastinê bo xelkê Afghanîstanê li wan du herêman, serbazên Amerîka dê alikariya avedan kirinê biken, û alîkaiya hikometa Afghanistanê biken ku xizmetgozariyan ji bo xelkê zêde bikit û jêrxanên welatî wek rêkan û hêza eliktirîkê berdest bikit.

Logar û Wardak ku rêkên mezinên Afghanistanê lê derbaz dibin, du herêmên serekîne, ku dinav mehên daviyê de bûne qorbaniyên çalakiyên xirabkarî û gonehkariyan. Hinartina serbazên zêdetir bo Afganistanê nîşanê pêgîr bûna Amerîka ye bi kar kirinê li gel hevalbendên xwe yên NATO, ku deselata hikometa navendî berfirehtir bikit û parastin û tenahiyek zêdetir jibo xelkê Afghanistanê berdest bikit.

Serok Barack Obama daye zanîn Amerîka pêgîre ku jêderên zêdetir terxan bikit jibo serkeftin dinav şerê li dijberî Al-Qayde û Talîban li Afganistanê birêve diçit. Ligor gotina wezîrê berevaniya Amerîka Robert Gates, dûr nine du betaliyonên zêdetir heta direng wext biharê û betaliyona sêyê jî heta nîveka havînê bihinêrit Afghanistanê .

Vê dawiyê, pitirî 60 hizar serbazên navneteweiyî, di nav de nêzîkî 33 hezar serbazên Amerîka li Afghaninstanê bicîne. Ewa hijmara herî bilinde ji demê Talîban li ser hikom hatin ladan heta niha.

Sikirtêrê giştî yê NATO, Jaap de Hoop Schefer, got erkê li Afghanistanê li pêşiya wan, erkê herî zihmete heta îro NATO tev de berevrû dibit. Zêde kir lê belêl ewyek pişik dariyek giringe di parastina navneteweiyî de. Armanca Hêza Alîkarî ya Parastina Navneteweiyî ya NATO ewe ku alîkariya bicî kirina destûdarek husa biket ku têde Afganistan bikarit mifayê ji hikometek nunerê xelkê û aştiyek demdirêj û tenahiyê bistinit. Ew jî piştî dehan salên alozî, wêranî û hejariyê ku bersînga wî welatî girtine.