Vekolînek berfireh li ser bikarînana curên cudayêt vîtamîna aşkira dikit ku xwarina vîtamînan çi karekê nekirîye li ser kesên pîr ji parastinê ji nexwoşîyên dilî yan penceşêrê.

Vekolîn heyşt salan vekêşa li ser 161 hezar û 880 kesan hate kirin.  Milyon niha Amerîkî milyar dolaran xerc dikin pê xemeta baş kirina saxlemîya xwo. 

Wergirtina vîtamîna bi rîya xwarina fêkî u keskatîyê giyanê mirovî baştir diparêzit ji wergirtina vîtamîna weku hebik yan derman.  Lê li heman dem da nabêjin wergirtina vîtamîna xirab e.

Ev vekolîne li ser şîrove kirina pêzanîn kesên 50 salî û jê helbû û nêzîkî 42% ji wan kesan gotin ew curên cudayêt vîtamînan bikar tînin.

Piştî heyşt salan ji destpêkirina vekolînê li ser wan kesên curêt cudayêt vîtamînan bikar di îna aşkira bû ku hejmareka zora wan tuşî nexweşîya bûn.  Neh hezar û 616 ji wana tuşî penceşêrê bûn ku ji wana penceşêra sîpelank û kolonê (anku hûr û rûvîyan) û 8851 kes jî tuşî curên cudayêt nexweşîyên dilî bûn.

Aric Jacob ji Komela Nexwoşîyên Penceşêrê li Amerîka dibêjît eger pêşnîyaza xwarinên cur û cudayet vîtamîna nehate kirin ji layê diktorî ve baştir ew e xwarinên saxlem û bê rûn bi kar bînin  û baştir rîya parastinê ye ji piranîya nexwoşîyan.