30 Sal liser wî demîde derbaz dibin ku Amerîka û Îranê pêywendiyên temam yên dîplomatîk hebûn. Pêwendiyên dîplomatikên fermî li navbera her du welatan , piştî hingî têkçûn ku giropek tond hajû li sala 1979 li Tehran ê dest bi ser balyozxaneya Amerîka de girit û 52 Amerîkiyên têde bo midehê 444 rojan bi rehîn girtin.
Lêbelê serok Barak Obama daye zanîn ku niha demê hindêye Amerîka bi awayek çalak tir xwe nêzîk Îran ê û xelkê Îran ê bikit. Tinê rê ji bo gerimkirina pêwendiyan, têkeliyên xelkê her du welatan bi hevre ye. Liber wê çendêye ku wezareta derveya Amerîka keyfxweş bû dema Rêkxistiya Badminton a Îran ê tîma Badmintona jinan ya Amerîka gazî kir bête Îranê û pişikdarî berêkanê ya yariyên navneteweyî yên Fecir, vê mehê, li Tehran ê bikit.
Ew seredan dê li jêr serperestiya bîrowa karûbarên xandin û keltûrê ya ser bi wezareta derveya Amerîka ve birêve çûba, ya ku dinav çendîn pirograman de ji sala 2006 ê ve heta niha pitirî 250 hunermend, werzişvan, pizişk, zana û şarezayên din mêhvan kirine.
Lê belê konsolxaneya Îran ê li Dubay vîza neda wan werzişvanan, got wext liber dest de nemaye ku proseya kar kirin li ser daxazkatiyên wan bi rêve biçe. Sekirtêrê giştiyê Badminton a Amerîka, Dan Cloppas, mixabiniya xwe diyar kir ku werzişvanên Amerîka nikarin pişikdarî yariyan bin û dostên nû bibînin. Dinav axivtinekê de got dostiya bi rêka werzişê ve tiştek başe ku tiviya rêz lê bê girtin. Wî zêde kir ku daxazên werzişvanan bo vîzayê du mehan berî niha hatibûn pir kirin, û wextek zaf hebû ji bo hemî karên pêdivî.
Cêgirê peyvdarê wezareta derve ya Amerîka Robert Wood rewşa lidor tîma Badminton ê cihê mixabiniyê binav kir. Robert Wood got, “em gelek dixazîn bizavê bikeyn pêwendiyên navbera xelkê Amerîka û Îranê pêşde biçin, û ev çende jî tiştek baş nine ji bo bizava dine dana têkeliyên xelk ligel xelkê.”
Birêz Wood got ew agehdare ku li gel wê çendê jî serdaneka pilan kiriya tîma Badminton a Îran ê bo Amerîka dê li meha 7 birêve biçit. Weko îşaretek bi meraqa nêzikî kirin li gel xelkê Îranê, birêz Wood got her wek Serok Obama û wezîra derve Hillary Clinton pê dagirtine, her demê Îranî destê xwe yê mist kirî veken, destek dê amade bêt bo pêşwaziyê.


