Serokê Amerîka Barack Obama vegerîya Washington piştî kombûna digel serokwezîrê Canadî Stephen Harper li Ottawa bo danûstandin li ser kêşeya xerab ya aborîya cîhanê, guherînên seqayê û pirsa Afganistanê.

Seredana yek rojî bo Canada yekemîn seredana serokî bû bo derveyî welatî her ji demê wergirtina desthilatî were.

Rêzdar Obama û Harper herwiha danûstandin li ser Afganistanê kir ku Amerîka 17 hezar serbazên zêdetir dê bihinêrit Afganistanê demê Canada serbazên xwe ji Afganistanê vedikşîne.