Yekemîn kombûna hatîye zanîn li navbera serokê berê yê Kuba Fidel Castro û karbidestên Amerîka, ew jî li demê meha heft a sala 2006ê ve ku ew nesax keftîye.
Serokê wê destekê ku bi U.S Congressional Black hatîye nas kirin, endama Demokrat a Kongresê Barbara Lee yek ji sê qanundarêjan bû ku roja sêşembîyê ligel rêberê berê yê Kuba danustandin pêk anîn ew jî li dawîya seredanek pênc rojî de ku li Kuba bi rêve birin.
Ew endamêt şandeka berfirehtir bûn ku heftîya buhurî dereng wext çûbûn wi welatê Komunîstî.
Piştî hingî li Washington xanim Lee gote rojnamevanan dorpêçêt aborîyêt Amerîka ji mêjve li dijberî Kuba kar nekirine û niha demê hindê ye Amerîka rêbazek nû li hember Kuba bigrîte ve.


