Îro pêncşembîye serokê Amerîka Barack Obama diçîte Meksîkê jibo danustandin kirinê ku dê piranî li ser pirsa parastina tixubî û şerrê beng, muxadderat û esrarê ku berev zêdebûnê ve diçe li Meksîkê.
Birêz Obama dê tevî serokê welatî Philip Calderonve kombit li demê seredana xwe ya kurt de berî ku ew berev Trinidad û Tobago biçît jibo kombûna bi navê America.
Seraya Sipî didete zanîn serok Obama sebaret tundûtûjîya berev zêdebûnê li Meksîkê û herwisa kartêkirina wê li ser herdu welatan nîgeran e.
Roja çarşembîyê Amerîka sê grupêt beng û muxadderatan yêt Meksikî êxistine nav lîsta xwe ya bergumanêt navnetewî yên bazirganîya beng û muxadderatan.


