Serokê Venezuela Hugo Chavez dibêjît ew we çaverê diket di demeke nêzîk de balyozekî nû bihinêrîte Washingtonê çend heyva piştî herdu welatan balyozên hevdu derkirin.
Serok Chavez roja şembî li kombûna welatên pîşwerên Amerîkî got ku wî wezîrê derveyê berê Roy Chaderton destnîşan kirîye wekî balyozê nû yê welatê wî bo Washington.
Birêz Chavez got Venezuela nûke li benda Washingtonê ye ku razî bûna xwo rabigihînit.
Ajansa Associated Press li ser zimanê karbidestekî wezareta derve ya Amerîkî radigihînit ku Amerîka û Venezuela bihevre kar dikin jibo vegerandineva balyoza bo Washington û Karakas.


