Hikûmetên seranserî cîhanê, her ji Keneda heta New Zealand, kar diken ji bo bersing girtina belav bûna nexweşiya înfilûnza berazan.
Rêkxistiya Saxlemiya Cîhanî (WHO) barê tengaviya saxlemî nêvneteweyî ragehand.
Karbidestên saxlemî li Meksîk, ku navenda belav bûna wê nexweşiyê ye, dibêjin ew bawer diken ku bi egera nexweşiya înfilûnza berazan 103 kes mirîne û pitir ji 1,600 kes newxweş bûne.
Komisyona Ewropî roja duşembî dawa bestina kombûneka tengavî ya wezîrên saxlemî yên Yeketiya Ewropî kir ji bo bas kirina gefa nexweşiya înfilûnza berazan.


