Rêkxistiya Saxlemiya Cîhanî (WHO) astê hoşdarî hemberî nexweşiya înfilûnza berazan bilind kir.
Hevdem, jimara qurbaniyên nexweşiya înfilûnza berazan li Meksîk zêde dibe; ew nexweşî cara yekê li wî welatî belav bu.
Karbidestên saxlemiyê li Meksîk bawer diken ku 152 kes bi newxweşiya înfilûnza berazan mirîne.
Hevdem 44 haletên wê nexweşiyê li Amerîka hatîne pişt rast kirin, 11 ji wan li wîlayeta California.
Fermandarê California Arnold Schwarzenegger dibêjit piraniya newxweşa li devera San Diego ne, li ser tuxîvê nêvbera Amerîka û Meksîk.
Peyamnêra dengê Amerîka li New York raportek derbarê bersiva WHO amade kirye; fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.


