Di hevpeyvîneka taybet de digel Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka nivîser û rojnamevanê Amerîkî Ariel Sabar basê dîroka Cuhiyan li Kurdistana Îraqê û Kurdên Cuhî li Îsraelê dike.
Nivîser Sabar, ku babê wî li bajêrê Zaxo li Kurdistana Îraqê ji dayik bûye, li sala 2008-ê kitêbek bi navê My Father's Paradise an ku 'Beheşta Babê Min' belav kir û di wê kitêbê de basê dîrok, keltur û jiyana Kurdên Cuhî li Kurdistana Îraq û Îsraelê dike.
Birêz Sabar dibêje yek ji armancên min ewe ku keltura dewlemend û ji bîrkirî ya Cuhiyên Kurdistanê bi gehînime zarok û neviyên xwe.
Bo guhdarî kirina hevpeyvîna birêz Ariel Sabar digel hevkar Ahmed Barzanî, fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.


