Medyaya Amerîka û Berasîlî radigehînin ku polîsê Berazîlî endamekê bilindê El-Qayde li bajêrê Sao Paulo desteser kir.

Girtina karbidestê El-Qayde ji layê ajansa Associated Press û rojnama Folha de S. Paulo ya berazîlî hat belav kirin.

 

Nav û nasnama kesê gumanlêkirî nehat eşkere kirin.  Belê peyvdarekê polîsê federalî yê Berazîlî pişt rast kir ku kesê desteser kirî endamekê serekiyê tora peywendiyên El-Qayde ye.

Peyvdarî got ew gumanlêkirî li çarçîva kanoneka Berazîlî hatiye desteser kirin ku belav kirina nejadperistî berbend dike.