Firokên lêgerînê yên Berazîlî parçên firokê li devereka başûrê Atlantîk vedîtin ku li wî cihî  firokeka ser bi hêla asmanî ya Ferensî, Air France, roja duşembî winda bu.

Karbidest dibêjin tîmên lêgerînê kursî û parçên asinî yên firokê vedîtin nêzî 650 kîlometra dûr li kinara Berazîlê.

 

Peyvdarê leşkerê Berazîlî ragehand ku lêvekolîn li ser parçên firokê tên kirin da ku pişit rast biken ku yên firoka Air France e.

 

Firoka li cûrê Airbus A330, ku 228 kes têda bun, sipêdeya roja duşembî bê serûşîn bu çar demjimêran piştî Rio De Janeiro hêla birev Parisê.