Zanyar pêşkeftineke herî mezin kirine di warê vekolîna liser vîrusa AIDS û wan berê xwe da hemu rengên rêvebirin û karûreftarên cînom ya HIV.

Lêvekol dibêjin ew kar û bizave nîşan û belgekê pêşkêş dikit sebaret ka çawa vîrusa AIDS dirust dibit.  Ew bizave çêdibe bibit sebeba hindê ku peyda kirin û pêşveçûna dermanên nû bo çareser kirina ser vê nexweşîyê.

Niha zanyar li Zanîngeha North Carolina ya bi navê Chapel Hill vekolîn li ser hemu cînom yê HIV kirine.  Şareza dibêjin ew kare divête rêkê sanehîtir bike bo vekolîna AIDS.

Profesor Kevin Weeks li wê zanîngehê ew bizave birêve bir û dibêje şaneyên cînoma HIV hemu karên şaneya RNA têk dide.  Ew karê  RNA rola herî mezin li bîolocîyê heye û li wê derê gelek gelek RNA heye û ew karê pêywendîyê di cînom de heye yên li cem mirovî hene.

Profesor Weeks dibêje demê em têgehêştineke baş sebaret karê cînomê wergirin dê bi sanahîtir be bo peywendî ka çawa ew rêkên şaneyan kar diket.  Herwiha demê pêywendî digel wan şaneyan û karê wan de bikin dê digel maddeya malê xwezîyê herî biçuk bikin dê derman bête dirust kirin.  Belê ev kare jîçi dermanî peyda nake bo meha bêt yan jî sala bêt.  Belê di bawerîya min de bizavên li ser ka ew şana kar dike peydekirineka herî mezin heye û îhtîmale heye bo peyde kirina dermanên rastewxwe dijî cînomên RNA.

Îhtîmal zêde dibe ku lêvekol karibin teknolojîyê bikar bînin bo têgehêştineka baştir ya biolocîya vê nexweşîyê.