Serokwezîrê Tirkîye Recep Tayyip Erdogan dibêje, hikûmeta wî amade ye ku bizavê bike çareserîyekê radîkal peyda bike jibo pirsa serhildayên cûdaxwezên Kurd li Tirkîye.
Recep Tayyip Erdogan ti kitkitên çareserîyê neda lê karbidestên hikûmeta wî li ser hîn pengavên aşitîyê xebatê dikin, wekî berfirehtir mafên perwerdehî bi Kurdî, ji nû ve rawe kirina hemwelatîyê û derxistina xala “tirkîtî” ji qanûna bingehîn.
Serokwezîrê Tirkîye, roja Înîyê rastexwe, banga piştevanîyê li sîyasetvanên opozîsyonê kir ku daxwaza wî ya axaftinên sebaret betir mafan jibo kêmanîya Kurd, red kirîbûn. Hevrikên Erdogan dibêjin, axaftinên vî rengî dikanin welat perçe bikin û li dijî dayîna mafên firehtir bo serhildayên Kurdan derdikevin.


