Lêkoînek li 178 welatan hatî kirin, nîşan dide 30 heta 40 ji sedê mirinên ser cadeyan bi egera  Alkuholê çêdibin. Şehreza ji rêkxistiya saxlemiya cîhanî dibêjin, şoferî kirina bi serxweşî pitire ji tinê serpêçî kirineka qanonî. Dibêjin ew herwesa nîgeraniyek warê saxlemiya giştiye û nexoşiyek cîhanî û navxo ya welatane. Qanûn darêj bizavê dikin hijmara mirinên di encama bi kar anîna Alkuholê de li ser cadeyan kêm bikin.

MADD, rêkxistiya daykên li dijî şoferiya bi serxweşî ye. Li gor vê rêkxistiyê, her salê nêzîk 12,000 kes li Amerîka di encama şoferiya bi serxweşî de li ser cadeyan canê xwe ji dest didin. Ev hijmara li hevber kirina tevî salên 1980 yan 40 ji sedê nizim bûye.

Li Amerîka hêş pitir li jinan zelamên serxweş li pişt ferman otomobîlan tên girtin. Lê belê di nav 10 salên bûrî de hijmara jinên şofer yên bi serxweşî hatine girtin 30 ji sedê zêde kiriye.

Dr. Alberto Conch- Eastman ji rêkxistiya saxlemiya Pan American dibêje bilind bûna hijmara şoferên serxoşên jin li Amerîka mînaka baqî cîhanê ye. Ew zêde dike piraniya 30 heta 40 ji sedê mirinên di encama Alkuholê de li ser cadeyan bi rêka zelam û jinên cihêl ve çêdibin. Ji bo şerê li hember gefa şoferî ya bi serxweşî, Dr. Eastman dibêje ku welat diviya xelkê xwe zêdetir huşyar û xandiwar bikin û polîs jî karê xwe şidiyayî bigire.