Tirkîye ragehand ku renge tuxîvê nêvbera Tirkîye-Ermenistan li dawîya vê salê bihêt vekirin, li çarçûva pilanekê ji bo dubare avakirina têkeliyên nêvbera herdu welatan.
Di hevpeyvînekê de digel Televizyona NTV ya Tirkî, wezîrê derve yê Tirkîye Ahmet Davutoglu roja sêşembî got eger herdu welat pêngavên wekhev derbaz bikin, tuxîvê nêvbera herdu welatan roja yekê meha yek dê hêt vekirin.
Tirkîye li sala 1993 tuxîvê xwe digel Ermenistanê girt wekî nîşadana piştevanîyê ji bo Azerbaycanê.
Li wê demê, hikûmeta Azerbaycanê şerê çûdaxazên herêma Nagorno-Karabax dikir ku ji layê Ermenistanê ve dihatin piştevanî kirin.


