Di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka, Dr. Kendal Nezan serokê Enstîtuya Kurdî li Parîs nêrîna xwe diyar kir hemberî pilana hikûmeta Tirkîye ya taybet bi çareser kirina pirsa Kurdî.
Dr. Kendal dibêje “bi awakê giştî nîyetên ku hikûmeta Tirkîyê heta nuha diyar kirine nîyetên başin, lê piştî diyar kirina nîyetan em li benda gavên hikûmetê ne.”
Serokê Enstîtuya Kurdî herweha got leşkerê Tirkîyê qebûl nake ku pirsa Kurdî çareser bibe, jiber ku eger pirs çareser bibe leşker bê dujmin dimîne.
Derbarê rolê Kurdên Îraqê li çareser kirina pirsa Kurdî li Tirkîye, birêz Kendal got em dixwazîn hikûmeta herêma Kurdistan Îraqê di alîyê kiltorîû siyasî de bername ji bo Kurdên parçên din jî hebe.
Ji bo guhdarî kirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Kendal Nezan re, fayla dengî ya rexê rastê vê perê kilik bike.


