Bi helkeftina 25'emîn salvegera mirina hunermendê mezin Yilmaz Guney, hevkarê me Robîn Reşvan, hevpeyvînek ligel lîstikvan û derhênerê Kurd, Ahmed Zîrek kirîye ku, salên dawîn yên jîyana Yilmaz Guney ji nêzîk ve dizanîbû û her wiha, di fîlma wî ya dawî Dîwar da jî lîyîstîbû. Birêz Zîrek dibêje, wekî gelek Kurdan, ez jî bi fîmên Yilmaz Guney mezin bûm û fîlmên wî bandoreke pir mezin li ser min hêlan. Jiber vê yekê jî, min fîlma xwe ya nû, bi navê “Penaberê Parîsê” dîyarîya Yilmaz Guney kir.
Jibo guhdarî kirina vê hevpeyvînê, fayla dengî ya alîyê rastê vê perê kilîk bikin.


