Karbidestên Îranê dibêjin ew kêfxweşin ku Welatên Yekgirtî û hêzên din yên cîhanê pêşnîyaza Tehranê ya bo axaftinê qebûl kirine lê belê dibêje ew ji ya xwe nayê xwarê li ser nekirina danûstaninê ya bo bernama wê ya navokî.

Roja şemîyê li Tehranê di konferanseke rojnamevanî de Wezîrê Derveyê Îranê Menûçehr Muttekî pêşwazî li wê îhtîmala danûstandina bi Rojava re kir lê belê dîsa got Îran ji ya xwe nayê xwarê bi gotina wî dev ji "mafên xwe yên bingehîn" bernade sebaret bernama navokî.

Roja înê peyivdarekî Wezareta Derveya Amerîka got pêşnîyaza Îranê ya bo danûstandinê "cihê nîgeranîyê" ye jiber ku Tehranê ew mesela navokî ji nav axaftinên danûstanindinê deranîye belê hewisa got ev derfetek e bo danûstandinên rijd.