Dîplomatê Japonî Yukiya Amano roja duşembî bi fermî wek rêveberê giştî yê Ajansa Hêza  Atomî ya Nêvneteweyî (IAEA) hat deştnîşan kirin.

Amano dê cihê Muhemed El-Beradiyî girît, ku bo demê 12 salan serokê IAEA ye.

Amano ewêy sala 1972 li wezareta derve ya Japonê kar dike û li jimareka postên bilind yên dîplomatîk xizmet kiriye.

Dîplomatê Japonê şarezayê biwarên bêçek kirin, belav nebûna çekên navokî û rêbaza hêza navokî ye.

Amano herweha li balyozxanên japonê li paytextên Amerîka, Beljîk û Lawis xizmet kiriye.