Rusya dibêjit wê dest ji planêt xwe yên hinartina muşekan bo herêmek nêzîk tixûbê Polandê berdaye piştî serokê Amerîka Barack Obama planên jibo damezirandina sîstemek berevanîya muşekî di Eropaya navîn ser li nû hilweşand.

Dinav hevpeyvînek radyoyê da roja şembîyê cêgirê Wezîrê Berevanîya Rûsya Vladimir Popovkin got bizava birêz Obama bûye eger ku hinartina mûşekên kurt-mewda yên Skander bo herêma Kaliningradê ne pêdivî bit.

Roja pêncşembîyê serok Obama da zanîn ew dê plana sîstemê berevanîya muşekî ligel tiştê wî gotîye rêbazek nû jibo berevanî kirina li Amerîka û hevalbendên wê yen NATO, ji gefa muşekên ji alî Îranê ve bigre xwe, biguhorit.

Rusya bi tundî dijberîya xwe li hember vê sîstemê berî niha plankirî diyar kiribû û ew weku gefê bo parastina welatê xwe dabû zanîn.