Welatên Yekgirtîyên Amerîka û pênc welatên hêzdarên cîhanê nîyaz heye ku ji Îranê bixwazin ew bi rêyeke ne sînordar rê bide wan ku karibin bala xwe bidine wê dezgeha wê ya nû ya navokî.

Karbidestekî bilindê Amerîkî ku nexwestîye navê wî bê gotin dibêje wê Welatên Yekgirtî û hêzên din yên cîhanê herwisa ji Îranê bixwazin ku dinav çend heftîyan de agahîyên din yên ku veşartîye li ser bernama xwe ya navokî eşkere bike.

Biryar e ku dîplomatên Amerîkî û pênc welatên din yên cîhanê; Brîtanya, Fransa, Almanya, Rusya û Çinê li roja sêşemê li Geneva digel nunerên Îranê kom bibin.

Herçende hêzên cîhanê li ser bernama wê ya navokî sengîya li ser Îranê zêde jî dikin, hêjta serokê wî welatî ji ya xwe nayê xwarê.

Serokê Îranê Mahmud Ahmedînejad roja şembîyê li Tehranê ji peyamhinêran re got Amerîka û hevalbendên wê hêj vêga ve poşman dibin ku erzê Îranê birine li ser hebûna vê dezgehê.