Karbidestên Neteweyên Yekgirtî piştrast kirin wê zanyarîya derbarê nakokîya hilbijartina li Afganistanê ku bi nepênî hatibû ragihandin.
Li gorî zanyarîyan jimara dengên fermî yên ku hatine jimartin li hin parêzgehan bi 100 000 dengan li hember dengên ku divîya bihata dan zêdetir e.
Rojnama Washington Post a Amerîka ragihand ku zanyarîya derbarê astê beşdarbûna li hilbijartina Afganistanê li ba serokê nunerayetîya Neteweyên Yekgirtî li Afganistanê Kai Eide bi nepenî hatîye hilanîn anku hatîye veşartin ew karê ku belgeyên zêdetir dixe rû sebaret bi rûdana nerêkî û sextetîyê di hilbijartinên 20ê meha buhurî de.
Zanyarîya ku bi destê rojnamê ketîye cewazîyeke zêde nîşan dide li navbera astê mezina beşdarbûnê û encamên wê ku ji alî Komîsyona Bilinda Hilbijartinê ve hatibû belav kirin.
Heftîya buhurî Sekreterê Giştîyê Neteweyên Yekgirtî Ban Ki-moon cîgirê Kai Eide ji kar vekêşabû. Ew kes dîplomatê Amerîkî Peter Galbraith bû ku Eide gunehbar dikir û digot Kai Eide belgenameyên derbarê nerêkîya di hilbijartinê de ji alî piştevanên Karzaî ve hatibûn kirin nedaye karbidestên navnetewî û Afganî.


