Serokê Amerîka Barack Obama dibêje ew dê hêzên Amerîka li
Afganistanê kêmtir neke bo armanca xebatên dijî terorê.
Birêz Obama roja sêşemê li Qesra Sipî kom bû ligel qumandarên leşkerî û
şîretvanên siyasî derbarê paşeroja Afganistan û Pakistanê.
Qumandarê Amerîkî li Afganistanê General Stanley McChryistal huşdarî dabû ku
ewê di şerrê dijî terorê de têk biçin, heke ku hêzên pirtir bo Afganistanêneyên
bi cîh kirin.
Tê çaverê kirin General McChrystal daxwaza nêzîkî 40 000 hêzên din bo
Afganistanê bike.


