Serokê Amerîka Barack Obama roja Pêncşemê kombûneke pille bilind li ser stratejîya Afganistanê dike ku dawîtirîn kombûn e li nav kombûnên li ser rêgeyên Amerîka di şerrê li vî welatî de.

Ew dê li Qesra Sipî digel cîgirê serokî Joseph Biden û Wezîra Derveya Amerîka Hillary Clinton kom bike.

Ev kombûn tête kirin rojek paş kombûna serok Obama digel şêwirmendên xwe yên pille bilindên leşkerî û siyasî bi helkefta derbaz bûna heyşt sala bi ser şerrê Afganistanê da.

Di kombûna roja çarşembîyê da behsê rola cîranên Afganistanê Pakistanê hate kirin ka dê çi rola bibînîtin.

Peyivdarê Seraya Sipî Robert Gibbs got rêveberîya Amerîkî we bawer diket ku Pakistanî bizavêt xwe zêde diken bo bersîng girtina tundrêyan.

Serok Obama dê roja eynî kombûneka resmî digel tîma parastina niştimanî ket.