Polîs li Pakistanê dibêje çekdaran efserekî mezinê leşkerî û şifêrê wî di buse ankû kemînekê de li Îslamabadê kuştîye.
Karbidest dibêjin du çekdar ku li motorsaykilê suwar bûn li navçeyeke ku cihê rûniştevanîyê ye kemîn danîne û teqe li otomobîla leşkerî kirîne. Serbazekî din jî dinav wê otomobîlê de birîndar bûye.
Heta niha tu kesî berpirsyarîya wê êrîşe nexistîye stuwê xwe.
Cihê bahskirinê ye ku eve hêrîşa duwê ye di nav heftîyekê de li vî bajarî û we tê bawer kirin ku tundûtûjî û hêrîş weku bersiv û tolhildana li hember kiryarên leşkerî yên dijî Talîbanê têne kirin li başûra Weziristanê li nêzî sînorê bi Afganistanê re, cihê ku tundrê yên piştevanî li Talîbanê dikin bi hêz in.
Hindek cihên ku ketine ber tundûtûjîyê eve ne; bingeheke leşkerî, zanîngeheke Îslamî û ofîseke Neteweyên Yekgirtî. Piranîya xwendîngehên seranserê welatî heta roja yekşemê jî her hatine girtin jiber metirsîya asayîşê.
Hêza hikumeta Pakistan çendîn hêrîşên zemînî li başûra Weziristanê saz daye û serbaz bi taybetî hêrîş dibine ser cihê ku dibêjin rêberê Talîban Hîkmetullah Mesud lê ye.


