Nûçe
Hat Nûkirin: 8:57 UTC Duşembî 29 Meha Sê 2010Weşana RSS
Heynî, 23 Meha Deh 2009
Li encama peqîna du bomban li seranserê Pakistanê bi kêmîve 23 kes hatine kuştin
Desthilatdarên
Pakistanê dibêjin li encama teqandina du bomban û teqîneke din bi kêmî ve 23
kes li seranserê welat hatine kuştin.
Polîs dibêje evro êrîşbirekî xwekuj xwe li nêzîkî dezgeheke leşkerî teqand û di
encamê de heyşt kesî kuşt û 13 kesên din jî birîndar kir.
Heman jêder dibêje hêrîş li xaleke pişkinînî li bajarê Kamra li rojavayê Îslamabada
paytext qewimîye, piştra otomobîleke bombebarkirî li derveyî xwaringeheke li
Pêşawer teqîyaye û di encamp de bi kêmîve heyşt kes hatine kuştin.
Heke hûn bixwazin li dirêjahîya vê nûçê guhdarî bikin ji kerema xwe lînka li
destê rastê lêdin.