Vekolerên navokîyên Neteweyên Yekgirtî jibo lêkolînê li ser dezgeheka zaxkirina uranyumê diçine Îranê

Desteya Ajansa Enerjîya Atomî ya Navnetewî (IAEA) we tête bawer kirin ku roja şembîyê bigihe Îranê û rojek piştî wê seredana dezgeheke navokî li bajarê Qumê bikin.

Îranê tenê li vê dawîyê li xwe danîye ku ew dezgeheke zaxkirina uranyumê ava diket.  Serokê navokîya Îranî Alî Ekber Salihî meha buhurî gotibû ku dê Tehran rê bide vekoler werin bala xwe bidine dezgehê.

Îran hêjta li ser pêşnîyaza Neteweyên Yekgirtî difikire ku ew dixwazin Rusya bo Îranê uranyumê zax bike û Tehran jî di reaktoreke vekolînê de ew bi kar bînît. 

Ev rêkeftine ku welatên Rusya, Amerîka û Fransa pê razî bûne hatîye danan da ku Îran Uranyumê zax neket heta wê raddeyê ku beşeke bo çekên navokî bikar bînît.

Ajansa Enerjîya Atomîya Navnetewî (IAEA) dixwest Îran bersivekê roja eynî bidet, lê Tehran radigihînît ku dê heftîya dahatî biryarekê den.