Nunerekî
Koreya Bakûr bi seredaneka ne adetî gehêşte wilayeta New York û tê çaverê kirin
ew dê ligel danûstandinkarekî Amerîkî kom bît.
Eve dê bite egera hîvîyê ku pêşveçûn linav danûstandinên navokî bêt
kirin.
Ri Gun roja eynî gehêşte Amerîka û li ber e li New York û California tevlî
kombûnên akademî bît, lê peyivdarê Wezareta Derveya Amerîka roja eynî gote
rojnamevana Amerîka çaverêyî kombûnekê ye linêvbera nunerê Koreya Bakûr Ri û
nunerê taybetî yê Amerîka Sang Kim jibo danustandinên jêkçekkirinê.
Ri nunerê duwem e yê Koreya Bakûr linav danûstandinên navnetewî yên armanc dawî
anîna bernamên çekên navokî yê Pyong Yangê ye.
Koreya Bakûr li meha çar xwo ji danûstandina vekêşa, lê ew radigihînin ku ew
amade ne bizivirinve linav danustandinan, eger rê bête vekirin ew tevlî
danustandinên du alî digel Amerîka bin.


