Nûçe
Hat Nûkirin: 8:52 UTC Duşembî 29 Meha Sê 2010Weşana RSS
Çarşembî, 28 Meha Deh 2009
Paş gehêştina xatun Clinton li Pakistanê bikêmîve 90 kes di teqînekê de hatine kuştin
Bi sedema peqîna otomobîlekê li bajêrê serekî yê başura rojavaya Pakistanê, bi kêmîve 91 kes hatin kuştin û 200 kesên dî birîndar bûn.
Dîdevan dibêjin otomobîla bombrêjkirî roja çarşembî li bazareke bi hatûçûya bajarê Pîşawer peqî û piranîya kuştîyan jin in.
Demûdest çi grupekê berpirsyarîya xwo beramberî wê hêrîşê ranegehand. Hejîyî gotinê ye Pîşawer pir rûniştevantirîn bajêr e li bakûra rojavaya welatî û wekî derwazeyekê dê dîtin bo deverên eşayîrî yên bê qanun ku li wêrê hêzên parastinê şerrên çekdarên Talîbanê diken.
Ev peqîna Pîşawer hevdem bû digel gehêştina Wezîra Derveya Amerîkî Hillary Clinton bo Îslamabada paytexta Pakistanê bo seredaneke sê rojan.
Gelî guhdaran hun dikarin li vê nûçeyê li ser lînka destê rastê guhdarî bikin.
Guhdarî kirin Li nûçeya li ser peqîna li Pakistane guhdarî bike MP3