Roja çarşembîyê kabîneya şeşê ya Herêma Kurdistana Iraqê ji alîyê Parlamana Herêmê ve bawerî pê hate dan bi amade bûna serokê Herêmê û têde hejmarek gotar hatine pêşkêş kirin.  Sebaret wê rêûresmê hevkar Heyder Kerîm tevî bizavkara mafên jinan xatun Ronak Ferec hevpeyvînek pêk anîye û di pirse;

Nebûnî wezaretekî bo mafên jinan lem kabîneyî şeşemî hikumetî Herêmî Kurdistan de çon heldesengênî?

Xatun Ferec;"Lêre de min tenya yek helweste dekim, ewîj ewe ye, ewî bo min girîng e navî emî wezaret, weku salanî pêşûw hebûwa, postekî wezarî hebûbe bi navî postî Wezaretî Jinan, lem sal de biryar e lîjneyek hebê, em lîjneye bi taybetbe be meselekanî jinan.

Ewey xalî girîng e lêre de bo min çonetî ew lîjneya, girîng ewe nîye lîjneke le jêr nawî wezaret e, le jêr nawî Lîjneyî Jinana ye, aya emendey meseleyî jinan bo kabîneyî nuwê meseleyekî girîng ebê ka em li ser komeleyî binema em lîjnena dabinrê.  Ememayî xoşhalî ye.

Ew lîjneye ke pêk dênindrê ekrê piyawanîj hawkarîyan bê, çinku tu le komelgehekdayî ke be herdû pê meseleke çareser debê.  Jinayek bin agayan le meseleke bê, dekekîyan bê, huşyarîyekan hebê be meseleke, eme xalek.  Duwem, hikumet butceyekî taybet bo em lîjneye dabinrê.  Sêhem, em lîjneya deskirawe bêt, lîjneyekî kara bêt, xelkekî karayî tîya bê, xelkekî bi tuwana têyî bê, agayî le meselekan bê, her bo pirkirdine nebê her bo nav nebê.  Emê bitwanîn karî ciddî û nexşeyî ciddî bibînin le kabîneyî nû de bo meseleyî jinan.  Emane bo min xalekî girîng e."

Xatun Ferec herwisa li ser hin babetên din jî peyivî weku bandora hizb û partîyên siyasî li ser hêza pêşmerge û destêwerdana wan partîyan dinav hikumetê de û pêywendîya partîyan digel welatên din.

Gelî guhdaran hun dikarin li dirêjahîya vê hevpeyvînê linav bernameyên me yên îro guhdarî bikin.