Rêberê demî yê Honduras Roberto Micheletti dibêje ew amade ye ku rêkêftinekê mor bike ku dibe ku bo vegerandina ser karî ya serokê ladayî Manuel Zelaya û bo bi dawî anîna krîza li welatî bi kêr bê.

Rêzdar Micheletti roja pêncşembîyê got wî fermana mor kirina rêkeftinekê daye desteya xwe ya danûstandinê bo bi gotina wî dibe"destpêka bi dawî anîna" kêşeya siyasî ya çar mehan be.  Divê ku kongres rêkeftinê bipejirîne.

Rêzdar Zelaya dibêje ew "geşbîn" e ku dê rêkeftin wî vegerîne ser karî.

Wezîra Derveya Amerîka Hillary Clinton ji Îslamabadê axift û ew rêkeftine weku "dîrokî"binav kir.

Rêzdar Zelaya bi wergêrana desthilatê ya 28ê meha şeş-Xizîranê ji Honduras hatibû derêxistin ku bi guhorîna destûrnameya welatî bi rêyeke ne qanunî dihate gunehbaran kirin qaşo bo mebesta dirêj kirina dema wezîfa xwe.