Wezîra Derveya Amerîka Hillary Clinton dîsa berevanî li rêbaza Amerîka ya bo Pakistanê kir ji wan Pakistanîyan re yên ku jiber tundûtûjîya her diçe zêdetir dibe bêzar bûne.
Xatun
Clinton evro li Îslamabadê ji komeleyeke rêberên eşiran re peyivî li herêma
bakura rojava ya welatî ya li hevketî.
Yek ji qanundaneran piştevanîyê li wê yekê kir ku Clinton pêşî
danustandinekê bike li ser bi dawî anîna şerrê Afganîstanê û piştra wê bizavê li Pakistanê bike.
Her çende xatun Clinton xweşhalîya xwe dîyar kir beramberî danûstandinan belê
wê herwisa got Amerîka divîya şerrê dijî terorîstan bikira jiber ku piştî
hêrîşên 11ê Îlona 2001 Talîban razî nebûn rêberên El Qaîdeyên berpirsyar bidine
dest.
Rojek berî wê li Lahorê Clinton ji grupeke xwendekarên
zanîngehan re gotibû ku ew ne cihê bawerîyê ye ku hikumeta Pakistanê nikaribe
rêberên El Qaîdeyê bidestvexe eger bi rastî bixwaze.


