Serokê Herêma
Kurdistana Iraqê pesna Turkîyê da bo bizavêt wê yên dubare aştvekirinê û dawî
anîna bi alozîya xwe tevî serhildawên Kurdên wî welatî.
Mesud Barzanî roja eynî gote Wezîrê Derveyê Turkîyê Ahmed Davutoglu ku bi
seredan li wê herêmê ye û piştgirîya hewla reforma li hikumeta Turkîyê diket bi
merema dana mafêt zêdetir bi 12 milyon Kurdêt wî welatî.
Wezîrê Derveyê Turkîyê dinav danûstandina xwe de
li Hewlêra paytexta Kurdistana Iraqê daxwaza hevarîyek berfirehtir kir di şerrê
dijberî terorîzmê de.
Turkîye, Yekîtîya Ewropa û Amerîka Partîya Karkerên Kurdistanê yan PKKê weku
rêkxistîyek terorîstî hisêb dikin. Pêywendîyêt
navbera Turkîye û hikumeta Herêma nîvçe-otonoma Kurdistana Iraqê xirab bûbûn
dinav salên buhurî da liber hebûna serhildawên PKKê li ser tixûbê navbera herdu
alîyan.
Seredana Davudoglu yekem seredana wezîrek Turkîye ye jibo Herêma
Kurdistanê. Ew tevî şandeka kardarîyê û
karbidestên hikumetê li Iraqê ye weku pişkek ji bizava bihêz kirina pêwendîyêt
navbera herdu welatan.


